Xewneke Rik '
Nîvrojek ji heştîka havînê ye, elintîrik fûle, vîle ya min du
qatiye, hawîrdûrên wê Splête; hînik û fereşîne. Ba perdeyê davêje ser derzên
rastiyê, heyloo! hundirê evê vîleyê dişibe bihuştê, belê weke ku liser destê
Hesen.S. be dileyize, loma dixwazim li gel şikeftekê bi guherim bibim hevalê
şkeftê; binivim bi çerxan di xew de bimînim. Hundirê evê viîleyê xweşiyeke bi
tirse. Erê ez razayî me belê her kêlîkê dilivim; çi xeweka tamsar, giran û tal
dilê min dûrpêç kiriye, çi xeweka pûçe; mîna bext û bizavên kurdan di hatina
xwe de diçe. Ez ne aramim, dibe ku kêmatiyeke min hebe. weke ku min nivêja xwe
nekiribe, lol min ji xwere got: dehere loo, nimêja çi halê çi! ji xwe niha
nimêj, rojî, kombûn û fermode di bê watene; me zor, zehmetî û ezmûn, derbaz
kirine, nexweşî bi dawî hatine. Hah dîsan ez razam û di xeyalên xewê de çûm, lê
evê carê Mamo yê kurê min nahêle, bi simbêlê min dileyize, wateya simbêlan
nizane ku simbêl xêr û bêre; sembûla zilamê dînemêre. Digire, dikşîne û hey
dikşîne. ez hêriz kirime, ku ez rabim ez'ê bi çengê wî bigirim û li splitê
bixînim, ez'ê wî bi splitê ve bikim hevîr. Hih! Min cardin ji xwe re got: de
bese lo tu çiqasî direwîne, qaşo tu ji xwe bawerî ne! qey tu nizanî ew lawik yekî
Yekaneye, lêxistina wî qedexeye; ji hêza te û sed bavên te jî zêdeye, İmm erê
raste ew kurê min yê rûhanî ye, bê Dayke, xwedê ji kerbên 'Mêrem'ê de bi min
bexşiye, loma nikarim; ji aliyê xwedê parastiye. Offff mijankên çavên min weke
benûştê binê kezwanê bi hev ve dizeliqin. Evê carê jî Mamo binê piyê min di
xwerîne û di ber xurandina piyê min re bi nazikî dibêje: “Bavo, bavo de rabe
şiyarbe mêhvanên te hene, liber derî li benda tene. Erê gotine xew hingive lê
carna jî dibe jehir û hingî ez ji xwerandina binê pî aciz bûme, niha ne dûre ku
ez har bibim, xwîn ji çavên min dibare;
xwîna min zer kevizî weke pişta masiyê hilû li ber piyê min di tevze. Cardin
dengê wî di guhên min de çendbare bû loma min tifkir çavê "Erdoğan"î,
rast rabûm serpî. Pî yê min liser pişta masî şemitî, girêl bûm. Girêlbûm ji
serî heta ber derî, dema ku serê min li dîwar ket êdî hişê min ket ciyê xwe min
ji nû zanibû ku ev xewne. Min weke kalê xwe kurmanc'î (Hemd û Şokur
) kir. Ez hindikî hatim berhev min porê xwe rastkir, derpiyê xwe yê pênaseya
şerefê li xwe kir, ji xwe ez ji gunehan daweşiyayî bûm ,loma min bi bê tirs
derî vekir, lê çi vedikim,! min girseyek mirovan dî! di wê demê de min hest bi
serokatiyê kir ku ez serokim, ev girse civaka kesên çalake, nerazîne, Hoohop!
Min rik û rik li ewan nêrî, min xwest ez bi ehmeqî ji wan re bibêjim: de herin
belav bibin hûn kîne, hûn çine? haya min ji tiştekî tune ez di xewim, ez
mirîme!. Paşî min xwe bi xwe dadgehkir, na, lo, xewna çi mirina çi!, ev ên ku
li pêşberî min xweyanî ne, lê pir ji hevdo cudane. Min li Qurte beranê serreş
nêrî, Şerfkendî, Xidir'ê dîn, Hêroxanê, Maykil Ebbasî, kek Mêrkujî,Timoxî û
Hulya Avşar'ê, ho,hê çi komeke tevlîheve! xwedêyo de lez bike, di hewara min û
xwe were!, paşîn dengekî xutimî di hat guhê min, weke ku pere û parî di qirka
wî de mabûn bang dikir; 'waa xweşmêro şoreşgero' tu niha jî şoreşgerî, ma qey
tu nizane îro li Dihok a rengîn wê Sînema ya Newroz flîmekî şoreşgerî bide
nîşandan? Ha de were derenge em herin. êdî bû qajewajên wî:" Herne pêş
Herne pêş" dengê wî li ber guhê min ne xerîb bû lê min nedidî ew dinava wê
civakê de kinik û wunda bibû, êdî nedihat naskirin. Ji nîşkan ve yekî destê xwe
di bin baskê min re bir, tiliyên xwe yên hevirmûşî xistin nava tilyên min, porê
wî sipî ber bayî bû. Dîsa Apek dinava navê wî de jî hebû lê nayê hişê min, ew
bi fîtan diaxivî min bi zaravê fitikan nizanibû, hima min guhdarî dikir. Em ji
xwe re hêdî hêdû ber bi Sînemayê ve diçûn; gav bi gav heya ku gehayîn ber derî,
min çavekî xwe vekir li wê derdorê mêze kir. Li ser derî nasnav nehatibû nivîsandin,
bê reklam û afîş bû. Li wêderê ji bilî darên Çama, tenê mirovek hebû ew'î jî,
ji germa rojê koçî bin siya dareka Çamê ya ku di payiza temenê xwede ji hev
ketî kiribû. Ew mirov yekî reşikî dirêj bû, şaşikeke sor li ser serî bû, ji
hemû qiralên kirêt kirêttir bû, di bin lêvan de bi dengekî koletîk bang dikir,
werin bilîta-werin bilêta her bilêtek bi nanekê ye, yêku nan nebe bi ganekê;
her kesekî bê herdube ew miriye, bila belge ya şehadeta xwe bîne. Ji bo şehîda
herweye, werin bilêta bilêt qediyan, zû were filîmê Se yên şoreşger. Sîr bike
ev'î filîmî ji dest xwe neke, ka werin bi çavên serê xwe bibînin ka çawa kuçik
bibiratî hestiyan li xwe parvedikin, bilêt neman werin bilêta. Paşîn li min
nêrî û got: "kerembike ezbenî keremke Seyda her bilêtek bi nanekê ye, yan
Ewekê fermo tu bixêr hatî Dizistanê, erê yasaya evî welatî maf, moçe, nan û
gane kerembike ezbenî. Ji xwe tiştekî miriyan tuneye loma ez Bêcan û nan bûm,
belê min têra xwe bi Qaçaxiyê jî zanibû. ez hinekî ji wî dûr ketim û min weke
'Niamê' çavên xwe girtin serê xwe tewand û ketim hindir, piştî kêlîkê min çavên
xwe vekirin û silavda, li wê hola ciyê sedan bînera ez tenê bûm, êdî ez di
hizrên valatiya wê de çûbûm, ji nîşkan ve bû tarî di tarîktiyê de teqêniyek
hat:, li hêla dika sînemayê min Jineka Nêr dî, ew perdeya ji perokê namûsê ew a
ku bi dirêjiya dîrokê bi keda destên kedxwar û fewdalan hatibû dirûtin, bi
kujîyekî wê girti, bi hêz û hêriz ji çirand. Wê demê xişêniyek ket holê dîwar
zelal bû. Ev cara yekemîn bû ku ez li despêka filimekî bibînim wuha di nivîsê
de derbaz bibe: 'Se yên şoreşger' Derhênerî û hertişt "Mûran Xurkî".
Hêdî-hêdî navçavên kuçik xuya bûn serê xwe di kefa destê Tonî yê xwediyê xwe de
vedigerand. Film weke terzê Holîyûd'ê bû, belê dîmenên derdûra deverê weke
xwezaya Iskutlend'ê bû. Êdî navên rengan jî di çanda me de derketibû hole, loma
min fêmkir ku kuçikekî beleke. Navê kuçik Unî bû, xwediyê wî ser bi
Iskutlendiya ve nedço, rengê rûyê wî zergenimî, lawaz û çilmsî bû.Tonî goman
dikir ku peywendiyên dinavbera Siyona jina wî û Unî yê kuçikê wî de xirab bûne,
loma gelek caran Siyona jina xwe şîret dikir û jêre di got:" teqez bila
haya te ji Unî hebe. Feqîro nizanibû ku di heman demê de Siyon pê hesiyaye ku
Unî fêrî diziyan bûye belê nedixwest rasterast ji mêrê xwere bibêje, wê zanibû
ku Tonî yê mêrê wê bîn tenge û zû hêrz dibe ew'ê xwe kuntrûl neke û wê bibe
kujerê Unî. Ma qey kuştina kuçk asanbû?. Raste digotin Kuçik ê (heram) belê
nasname û pasporta wî ji yên hemû mirovên rojhelatanavîn giringtir bû. Siyonê
gelek hez ji nîqaşên nerim û danostandinan dikir birastî jî jineke jîr û zanebû.
Êvareke zû hewşa mala xwe ji qamûş û pelên daran paqij dikir maseyaka kevnar
hebû anî li nîva hewşa malê danî şûşeyek wêskî li gel pêkekî şeraba sor li ser
danî. Ji xwe Siyonê bi bihaneya ku şeraba sor ji bûyî nexweşiya memikan başe
pir jê hezdikir. Belê ev amadekariya rûniştinê ne jibo vexwarina mey û moraleke
demkî bû, ev pêvajoya çareseriyê bû. Di dema amadekirina xwarin û vexwarinê de,
Tonî yê mêrê wê ji wêde dihat cavê wî li wê maseya xemilandî ket gelekî kêfxweşbû.
girnijînek diyarî jina xwe kir û bi dev jî jêre got:"hevala min tu hêjayî
ez pir ji te hezdikim". Siyonê bi ken vegerand, na lo ê min di dixwest
bibêjim ez jî pir ji te hezdikim lê mixabin du 'pirr'î di rêzmana me de
tuneneye biburîne, hhh. Mêrê min me peyvên eşiq û meşqê qedandine em pîr û kal
bûne, malnek, tu hîn jî weke gêncekî romantîk tevdigerî ne? hhhh, de ka rûne ku
tu bixwazî em'ê ji xwere hinekî jî behsa xweza ruh, vîn û axlaq jî bikin başe
camêro? blê divê mirov li ser hertişt bifikire û nîqaş bike xanim. "Erê Tonî
tu agehdarî ku ev demeke Unî ji xwezaya xwe derketiye û hînî diziya bû
ye?". Tonî destê xwe yê çepê avêtibû şûşeya wêskiyê û bi destê rastê
deriyê wê girtibû, dikir kû ji xwere veke belê pirisa Siyonê destên wî sist
kirin, çavên wî ji wê pêka şerabê sortir bûn, bi hêris şûşe avêt ser maseyê û
hêdî serê xwe zivirand, dest da çifteya xwe rabû ku here Unî, belê Siyonê xwe
avêt pêşiya wî û jêre got: “mêrê min diyalog bi zîndeweran re jî tê kirin,
hindkî arambe; pêşî bişopîne şûnda biryara xwe bi zanebûn bide”. Tonî cardin
rûnişt çifteya xwe sipart maseyê, dest da gilasa wêskî ya ku Siyonê jêre
dagirtibû, bilindkir ber devê xwe, heylo ku xwedê ji yekî distîne wihaye, nan
di devê Unî de bû bi dizîkî di ber çavên Tonî re ji pêştxaneyê derket û weke
sîtavê li aliyê din yê malê winda bû, Tonî bi aramî gilasa xwe danî ser maseyê,
çifta xwe rakir û ket pey. Unî ji gund derket û çep çûbû, li wî alî kungavek
hebû belê ji bû avê ne dihat bikar anîn ziwa mabû, Tonî heya ber deriyê wê
kungê jî Unî didî, lê piştre êdî li ber çavên wî winda bû, Tonî zanibû ku Unî
ketiye hundirê wê kungavê, hima wî jî fîşek bir ber çifteya xwe hindikî xwe
tewand ji ber ku roniya rojê dikit çavên wî tiştek nedidît ,rabû derket çû ji
hêla din ve hat û ket hundirê kungê, dît Kuçikekî pîrî pekeftî liser kêleka xwe
razayî zimanê wî dirêj, 'hilke hilk' dikir kef biser devê wî ketibû dît ku ji
lingekî xwe birîndare û kurma liser birîna wî govend girtibû, Unî jî bi destê
xwe 'kurm' ji canê wî derdixstin, çavên Tonî û Unî lihev ketin herduyan bi
epe-ep xwe avêtin…, hîn negehabûn ser û stuyên hev, min felsefeya sînemakaran
fêmkir, ka çawa mijaran nîvcî di merêqê de dihêlin, min zanibû wê peyva dawî bê
nîşandan û hundirê holê bibe ronî. Di wê kêlîkê de elentirîk hat birrîn, dengê
zarokan bilindbû di hişê min de 'Amod'ê cerekedin şewitî, nin nezanibû ku zarokên
ev'î serdemî Keskesor'î dikin heft'ê perçe û rengekî jî napejirînin hewar'e ev
zarok çiqasî Celal'in ken û giriya wan na'ê fêmkirin off, de bese zarokno bihêlin
ez encama şoreşgêrên Se, bibînim? Ewan zarokan xewa min li min herimand, min
xwest bikevim ser kêleka din serê xwe tena liser palguhî danim, êdî ligel xwe
qulipandinê min dît ew lingê min yê Protez, didestê birayê min debû, û hişik digot:"
Nizar, nizar ka rabe piyê xwe li piyê xwe bike here bingeha Reşepêdana Civakî,
aniha NRT tv digot: 'Saqita' nîvek ji nîv mûçeyê Seqeta birrî!".
NIZAR TALAT

ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق